PYD: Doza Rêber Apo dozeke neteweyî ye û tevahî gelê Kurd eleqedar dike

​​​​​​​Meclisa Giştî ya PYD têkildarî agahiyên derbarê rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: Heta ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan neyê zelakirin, em ê rihet nesekinin, ji ber doza rêber Apo dozeke neteweyî ye.

Her wiha PYD’ê destnîşan kir ku daxuyaniyên ku heta niha ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hatine dayîn nayên bawerkirin.

Ji ber vê yekê divê desthilata Tirk bihêle ku parêzerên rêber Ocalan biçin Îmraliyê û bi xwe rewşa tenduristî ya rêbertî nas bikin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bang li gelê kurd kir ku di rewşa seferberiya giştî de bin.

PYD’ê di dawiyê de bang li CPT dikin ku dimildest şandeyekê bişîne Îmraliyê.

Back to top button