QSD hewldaneke çeteyan a ketina gundê Mielek û rêya M4 pûç kir

Têkoşîna hêzên Sûriya Demokratîk ya parastina herêmê ji dagirkeran berdewam dike û duh şervanên QSD’ê hewldana çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ya ketina gundên Eyn Îsayê têk bir.

Şevê din dereng, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ku bikevin gundê Mielek û rêya M4 yê 2 km li rojavayê navçeya Eyn Îsayê.

Lê şervanên QSD’ê ev hewldan têk bir û di navbera wan û çeteyan de şer derket û di encamê de, şervanan erebeyeke wan a leşkerî teqand.

Back to top button