Dagirkeran gundên Biradostê bombebaran kirin

Dagirkeriya Tirkiyê axa Başûrê Kurdistanê jî kir aramanc û gundên Biradostê topbaran kirin.

Duh di saetên êvarê de, artêşa Tirk a dagirker careke din gundên Biradostê yên bi navê Rubî, Ruyalan, Dera û Bêrkim bombebaran kirin.

Di encama vê bombebaranê de, ziyanek mezin gihişt bax û rezên welatiyan, her wiha tirsek mezin li nava şêniyên deverê çêbû.

Di nava rojê de jî, dewleta Tirk ji baregehên xwe yên di nava axa Başûrê Kurdistanê de, gundên Dera, Suybapîr û Delawan yên heman herêmê kiribûn armanca êrîşên xwe.

Back to top button