
Yekitiya Nîştimaniy Kurdistanê YNK’ê şertê xwe yê ji bo tevlîbûna hikumeta nû ya Herêma başûrê Kurdistanê diyar kir û got;
Em ê bi mercê ku hikumet neftê ji bo Bexdayê bişîne û sîstema ne navendî pêkbîne, wê beşdarî hikumeta nû bibin.
Îro Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimaniy Kurdistanê (YNK) li avahiya xwe a bajarê Silêmaniyê civiyan.
Piştî civînê berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Umer daxuyaniyek çapemeniyê da.
Lêtîf di daxuyaniya xwe de got ku YNK amadeye tevlî hikumetê bibe û mercê tevlîbûna hikumetê jî wiha anî ziman:
Eger PDK’ê li ser tevlîbûna me ya nava hikumetê bi israre be, divê, li ser biryarên siyasî, îdarî, darayî, aborî, peywendî, û biryarên di warê ewlekarî de razî be.
Letîf di dewamê de got:
Em li ser sîstema rastî ya ne nevandî bi israrin.
Divê hikumet bi lihevkirina bi Bexdayê re girêdayî be û neftê ji bo Bexdayê bişîne.
Ev yek jî daku Bexda di şandina mûçeyê herêmê de berdewam be.