Însîyatîfa Gel a Kurdistanê: Ji bo rewşa Rêbertî wê çalakî li dar bin

Însîyatîfa Gel a Kurdistanê teqez kir ku heta ku bi Rêber Apo hevdîtin pêk neyê, ew ê çalakiyên xwe ranewestînin.

Însîyatîfa Gel a Kurdistanê, destnîşan kir ku ev nûçeyên li ser Rêber Apo derew û nerast in û armanca mêtingeriya qirker eşkere dike.

Însîyatîfê anî ziman Rêber Apo nûnerê hebûn û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e, lewra ew ê bersiva pêwist bidin êrîşên mêtinger.

Înîsîyatîfê bang li gel, jin û ciwanan kir ku bi rihê serkeftina Garê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê çalakiyan pêk bînin.

PYD: Divê CPT demildest şandeyekê bişîne Îmraliyê

​​​​​​​Meclisa Giştî ya PYD jî diyar kir ku doza Rêber APO neteweyî ye û tevahî gelê Kurd têkildar dike.

PYD’ê ji bo vê yekê jî bang li gelê Kurd kir ku di rewşa seferberiya giştî de bin û divê CPT dimildest şandeyekê bişîne Îmraliyê.

Back to top button