NATO: Ji ber kirinên Tirkiyê metirsiyên me yên cidî hene

Sîstema parastina esmanî ya S-400 ku ji aliyê Rûsya ve tê hilberandin her di hedefa NATO û DYA de ye.
Piştî Tirkiyê S-400 ji Tirkiyê kirî, welatên endamên NATO bertek li dijî vê nîşan dan.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewropa de, careke din îşaret bi vê yekê kir û got:
Ji ber S-400 û çend mijarên din, di navbera me de cudahiyek pir mezin heye.

Ji roja ku dewleta Tirk sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsî kirî û heta niha ji nava endamên NATO bertek derdikevin.

Her çiqasî di serdema rêvberiya serokê berê yê DYA Donald Trump de helwestek cidî derneketibe jî lê bi hatina rêveberiya nû ya Amerîkayê re helwest zêdetir bûne

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di civîna Parlamentoya Ewropa ya parastin û karê derve de, li ser têkliyên xwe yên bi Tirkiyê re axivî.

Stoltenberg têkliyên xwe yê bi Enqerê re bi fikarên zêde binvkir û wiha got:

Min fikarên xwe yên zêde anî ziman.

Weke hûn hemû dizanin di mijara Rojhilatê Derya Spî, kirîna Tirkiyê ya S-400’ên Rûsî û li ser têkliyên maf yên li Tirkiyê fikirandinên me ji hev cûda ne.

Hinek pirsgirêk hene.

Jens Stoltenberg balkişand li ser navbeynkariya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de.

Piştî ku dewleta Tirk sîstema parastina hewayî ya Rûsya kirî, di navbera NATO û Enqerê de alozî despê kiribû.

Rêveberiya Joe Biden, jî bi hatina li ser kar re, li dijî Enqerê dest bi ferzkirina cezayan kir.

Di vê çarçoveyê de, 4 rêveberên di pişesaziya Tirkiyê de kar dikin li lîsteya cezayan hatibûn zêdekirin.

Back to top button