Piştî boykottê, Siûdiye dibistanên Tirkiyê jî girtin

Rêveberiya Siûdiyê piştî boykottkirina malên Tirkî, vê carê deriyên dibistanên girêdayî dewleta Tirk ên li Siûdiyê jî girtin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Birêvebirê Giştî yê Perwerdeya Derveyî Welat a girêdayî Wezareta Perwerdeya Millî ya Tirkiyê Ehmed Emre ragihandiye “5 dibistanên wan ên li Mekke û Medîneyê ji aliyê rêveberiya Siûdiyê ve hatine girtin.”

Siûdiyê, destpêkê ketina malên Tirk ji bo welat asteng kir, paşê qedexe danî ser şîrketên Siûdî ji bo mal ji Tirkiyê nestînin.

Ne tenê ev jî, bang li welatiyên Siûdî hat kirin ku neçin Tirkiyê û xwaringeh û berberên Tirk qedexe bikin.

Her wiha bi deriyê marketan ve jî nivîsa “Malê Tirkiye nayê firotin” daliqandin.

Back to top button