Enqere bi ser kirinên xwe de hişyariyan jî dide

Tirkiye li Rojhilatê Deryaya Spî aloziyê derdixe û bi ser de jî Îsralîl, Qibris û Yûnanistanê jî, hişyarî dike.

Di vê derbarê de, Tirkiyê name ji balyozxaneya Îsralî û Yûnanistanê, her wiha ji şandeya YE re şand û tê de got:

“Berî destpêkirina projeyê, divê hûn Enqerayê agahdar bikin û bê agahdariyê nabe ti proje pêk bê”.

Hersê welatên ku Enqereyê gef li wan xwar, hefteya borî lihevkirineke têkildarî dirêjkirina kabloyên enerjiyê li cîhanê da tora kehrebeya hersî dewletan bi hev girêde, îmez kir.

Tê payîn ev proje, di ava ku beriya salekê alozî di navbera Tirkiye û Yunanistanê de çêkiribû, re derbas bibe.

Back to top button