Bi boneya salvegera 33. a komkujiya Helebceyê, Şehîdên komkujiya li ser gorên wan hatin bibîranîn.
Meclîsa Îştar ya Mexmûrê û rêxistinên civaka sivîl jî bi daxuyaniyan komkujî şermezar kirin.
Bi boneya salvegera 33. a komkujiya Helebceyê, şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer merasîmek li ser goristana şehîdên komkujiyê ya li Helebceyê hate lidarxistin
Li ser navê Ciwanên Welatparêz daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin:
“Çekên kimyayî yên ku li Helebceyê hatin bikaranîn di roja me ya îro de jî li Efrîn û çiyayên Kurdistanê li ser gelê Kurd tên bikaranîn.
Di dawiyê de jî hate destnîşan kirin ku ji Helebce ta Efrîn ji komkujiyan re ne û pêwîstiya bi yekrêzî û yekgirtinê heye.
Rêxistinên civaka sivîl: Divê hikûmeta Iraqê lêborînê bixwaze
Şevê din, li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê rêxistinên civaka sivîl kombûn û têkildarî komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da.
Rêxistinan da zanîn ji bo carek din komkujiyên mîna Helebceyê dubare nebin, divê Iraq beyanameya Romayê îmze bike û bibe yek ji endamên dadgeha navnetewî.
Rêxistinan destnîşan kir ku pêwîste Hikûmeta Iraqê bi awayek fermî daxwaza lêborînê ji qurbaniyên çekên kimyayê bike.
Meclisa Îştar: Em ê li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin
Meclîsa Îştar ya wargeha Mexmûr jî bi daxuyaniyekê komkujiya Helebceyê şermezar kir.
Meclîsa Îştar şehîdên Helebceyê bibîr anîn û got:
“Em van komkujiyan ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin.
Em ê li hemberî ti komkujiyan bêdeng nemînin.”