Parêzerên Rêber Apo: Rewş cidiye, divê bi awayekî lezgîn hevdîtin pêk bê

Parêzerên Rêber Ocalan ji duh de cara duyemîn ji bo biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin serlêdan kirin.
Parêzeran bal kişandin li ser îdiayên derbarê jiyana Rêber Apo de û diyar kirin sedema weşandina nûçeyên bi vî rengî şert û mercên tecrîdê ye.
Parêzeran xwestin yekser û tavilê biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker derbarê îdiayên li ser jiyana Rêber Apo hatine parvekirin heta niha ti daxuyaniyek nedaye û bêdengiya xwe didomîne.

Parêzerên Rêber têkildarî îdîayên li ser medya civakî li ser jiyana muwekîlê wan hatin weşandin, doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê hîn jî bersiv ji wan re nehatiye dayin.

Parêzeran îro careke din serî li dozgeriyê dan û xwestin bi lezgînî muwekîlê xwe bibînin.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku herî dawî 27’ê Nîsana 2020’î de pêwendî bi rêya telefonê bi mûvekîlê wan re bi rêka malbatê hatiye danîn.

Parêzeran diyar kirin ku ji wê rojê heta niha hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin.

Di serlêdanê de hate ragihandin, ku di nava şert û mercên vîrûsê de jî ku gefê li jiyana mirovan dixwe, bi kêmanî destûr ji bo pêwendiyê nehatiye dayin û hate gotin:

“Şert û mercên giravê, tecrîda hovane û şert û mercên girtîmayina demdirêj a muwekîlê me, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye.
Tevî ku di raporên CPT’ê de têkildarî vê yekê tespît û pêşniyarên ji bo sererastkirinê hatine kirin jî gaveke erênî nehatiye avêtin.”

Parêzeran diyar kirin ku îdayên ku li ser malperên civakî hatine parvekirin cidîne, bêdengiya rayedarên Tirk jî fikarê wan zêdetir kiriye.

Parêzeran gotin:

“Ev îdîaya herî dawî em û malbat xistiye nava fikarên cidî û mezin. Lewma em dixwazin yekser û tavilê hevdîtinê bikin.
Ji ber vê yekê em li bendê ne ku derfetên hevdîtina malbatê û parêzeran a bi muwekîlê me re bê afirandin û ev daxwaza me ya serdanê bê qebûlkirin.”

Back to top button