Hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê bi fermî desthildat radestî hikûmeta nû ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe kir.
Îro li paytexta Lîbya Terablusê merasîma radestkirina desthilatê pêk hat.
Di merasîmê de, Serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û serokwezîrê hikûmeta nû Ebdulhemîd El-Debîbe, her wiha serokê hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac û wezîrê karên derve yê berê Fethî Paşaxa amade bûn.
Serokê hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac hêviya serketinê ji hikûmeta nû re kir.
Serokwezîrê hikûmeta nû Ebdulhemîd El-Debîbe jî diyar kir ku ji bo avakirina Lîbyayê erkên ku dikevin ser milê wî w pêk bîne.
Duh serokwezîr Ebdulhemîd El-Debîbe bi amadebûna nûnerên navnetewî sonda destûrî li parlementê xwar.
Serokê parlemenê Eqîle Salih daxwaz ji hikûmeta nû kir ku ji bo derxistina çeteyan ji Lîbyayê bixebite.