Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin

Îro li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê rûniştina doza hevserokê Giştî yê berê ê HDP’ê Selahdîn Demîrtaş hat lidarxistin.
Demîrtaş ku ji girtîgeha Edirneyê bi rêya deng û dîmen beşdarî rûniştinê bû rexne li heyeta dadgehê kir. Demîrtaş diyar kir dadgeh eşeker ji bo AKP’ê dixebite û bûn alîkar ku sîstema dîktator ya yek zilamî li Tirkiyê ava bibe.

Rûniştina doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş negirtî jê tê darizandin li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.

Demîrtaş bi rêya dîmen û deng ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî rûniştinê bû û parastina xwe kir.

Demîrtaş di parastina xwe de rexne li heyeta dadgehê kir.

Demîrtaş ji heyeta dadgehê re got,

“Ji bo partiyên ku hûn piştgiriya wan dikin bên ser desthilatê hûn eşkere xebatan dimeşînin. Hûn bûn alîkar ku sîstem biguhere. Hûn bûn alîkar ku sîstema dîktator a yek zilamî ava bibe. Berdevkê we yên sîyasî Erdogan, Bahçelî û Soylû dibêjin û hûn jî pêk tînin.”

Demîrtaş ji heyeta dadgehê re got xwe fedayî desthilatê nekin û wiha dewam kir,

“Ev desthilat wê di vê hilbijartinê de ji sedî 99 bikeve. Li Meclisê ji bo komîsyona darazê wê bang li we were kirin. Dosyayên me yên derbarê we de wê parlementoya piştî wê ji we bipirse. Ez sond dixwin, li pêş hiqûqê ezê hesabê tiştên ku we bi min kiriye, ji we bipirsim.”

Demîrtaş diyar kir ku ew welatiyê Komara Tirkiyê ye û da zanîn ew bi hemû nasnameyan re lihevkirî ye û got,

“Ez Kurdim, welatê min Kurdistan e. Wisa nabêjim Kurdek hêjayî Jupîterê ye. Lê hûn netewperest in. Hûn şaşîtiyan dikin û we zerar da Tirkiyê.”

Piştî parastina Selahedîn Demîrtaş û Parêzeran dadgehê rûniştin taloqî 14’ê nîsanê kir.

Back to top button