Li bajarê Helebcê ji bo bîranîna qurbaniyan merasîmek hat lidarxistin

Bi boneya 33. Salvegera kîmyabarana Helebce bi tevlîbûna malbatên qurbaniyan, nûnerên sazî û rêxistinan li bajarê Helebcê merasîmek biranînê pêk hat. Di bîranînê de ti rayedarekî hikûmeta başûrê Kurdistanê yên payebilind amade nebûn.
Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên diyar kir ku tevî ku 33 sal derbaz bûn, ti guhertinek ji bo bajar nehatiye kirin, birîndar di rewşek giran de ne û got, “Helebce bê xwediye û desthilata herêmê jî Helebceyê ji bo xwe weke projeyekê bikaraniye.”

Îro 33. Salvegera kîmyabarana bajarê Helebce ye ku têde zêdeyî 5 hezar kes bûn qurbanî.

Bi boneya 33. Salvegera kîmyabarana Helebce bi tevlîbûna malbatên qurbaniyan, nûnerên sazî û rêxistinan li bajarê Helebcê merasîmek biranînê pêk hat.

Balkêş bû ku di merasîma bîranîna qurbaniyên Helebceyê de, ne serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê, ne serokê Herêma Başûrê Kurdistanê û ne jî berpirsekî din ê payebilind yê Hikumeta Başûr amade bûn.

Welatiyê bi navê Mam Hejar ku bi ala YPG’ê ji Silêmaniyê heta Helebce bi bisîkleta xwe hat û tevlî bîranînê bû, bala herkesê kişand ser xwe.

Piştî ku xelkê Helebce gihiştin ser goristanê, sazî û rêxistinan deste gul danîn ser gorên qurbaniyan.

Li vir li ser navê malbatên qurbaniyên Helebce, daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû hikumetên hatin avakirin, Helebce kirine qurbanî û weke parêzgehekê lê temaşe nakin.

Tara Hisên: Desthilata Başûr Helebce weke projeyek bikaraniye

Li ser navê Desteya Serokatiya Tevgera Azadî, Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan Mihemed Abdulah, cîgira hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên bi şandekê ve, tevlî merasîmê bûn.

Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên diyarkir ku 33 sal derbaz bûn, ti guhertinek ji bo bajar nehatiye kirin, birîndar di rewşek giran de ne, Helebce bê xwediye û desthilata herêmê jî Helebce weke projeyekê bikaraniye.

Tara hisen diyar kir ku ew weke tevgera azadî wê li gel xelkên Helebce bin.

Back to top button