KNK: EFRÎN KURDISTAN E, BIRÎNA EFRÎNÊ YA TEVAHÎ KURDISTANÊ YE

Di 18′ Adarê de, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin.
Bi rasthatina rojê, Konseya Rêveber a KNK’ê daxuyaniyek da û got;
“Efrîn Kurdistan e, niha birîndar e. Ev birîn birîna hemû Kurdistanê ye.
Dermankirina vê birînê rizgarkirina Efrînê ye. Ev kar û wezîfeyeke me ya neteweyî ye.”

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de bi hemû hêza xwe ya dagirkeriyê êrîşî Efrînê kir.

Piştî berxwedaniyeke bê hempa ya gelê Efrîn û şervanên wê, 18’ê Adara 2018’an Efrîn hat dagirkirin.

Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got;

“Li hember van êrîşan hêzên YPG/YPJ’ê, bi qehremanî û bi fedakariyek mezin li ber xwe dan. Lê di navbera herdu hêzan de hevsengiyek tune bû. Mirov nikare ne bi hejmar ne jî bi imkan, hêza YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk bide beramberî hev. Li gel vê rewşa giran jî, 58 rojan bi qehremaniyek bê hempa li berxwedan. Di encamê de Efrîn hate dagirkirin. Di berxwedana Efrînê de kê çi kir an jî nekir, gelê me hemiyê dibîne û dizane.”

KNK’ê tewanên şer ê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bibîrxist û ji bo helwesta raya giştî jî ev tişt anî ziman;

Di serî de Komîseriya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan yên Cihanî, di raporên xwe de vê rastiyê tesbît dikin û dibêjin dewleta Tirk û hevkarên wê, li Efrînê ‘Tewanên Şer û Tewanên Dijê Mirovatiyê’ kirine û van kiryarên xwe dewam dikin. Efrîn Kurdistan e, niha birîndar e. Ev birîn birîna hemî Kurdistanê ye. Dermankirina vê birînê rizgarkirina Efrînê ye. Ev kar û wezîfeyeke me ya neteweyî ye.”

Konseya Rêveber a KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir;

Em careke din bang li gelê Kurd û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku di salvegera dagirkeriyê de li kolanan bin û dagirkeriyê protesto bikin, xwedî li Efrînê û li gelê Efrînê derkevin, Hêzên Rizgariya Efrînê destek bikin. Her wiha em bang li raya giştî ya cihanê, Neteweyên Yekbûyî û hêzên peywendîdar dikin ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û tekoşîna gelê me ya rewa destek bikin.”

Leave a Reply

Back to top button