Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber îdiayên derbarê jiyana Rêber Apo de çalakî hatin lidarxisitn, daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin ku ev rewş bê zelalkirin.
Bang li gelê kurd û tevahî hêzên azadîxwaz û demokratîk hat kirin ku dakevin qadan û daxwaza azadiya rêber Ocalan bikin.
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniykê ragihand ku divê tavilê rewşa rêber Abdullah Ocalan were zelalkirin.
Daxuyanî wiha ye:
Dewleta Tirk a faşîst her derfetê bi kar tîne da ku zirarê bide kesayeta rêber Abdullah Ocalan û rê û rêbazên cuda yên der-mirovî bi kar tîne û şertên ne-guncew diafrîne.
Ev polîtîkaya faşîzma Tirk bi hemû rêbazên pêkan dewam dike.
Koordînasyonê bang li hemû jinan û rêxistinên jinan ên tevahî cîhanê kir ku derkevin qadan û daxwaza naskirina rewşa tenduristiya rêber Apo bikin.
QAMIŞLO
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan yên herêma Cizîrê bang li desteyên hiqûqî kir ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin ku bihêlin hevdîtin bi Îmraliyê re werin çêkirin.
HELEB
Parêzer û hiqûqnasên li bajarê Helebê jî daxwazên xwe bi dauxyaniykê anîn ziman.
Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk hemû biryar û peymanên navneteweyî paşguh dike û rêgezên exlaqî û mirovî bin pê dike.
Parêzer û hiqûqnasan bang li mafên mirovan kir ku mudaxele bikin û rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin.
MINBIC
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarên wê bi daxuyaniyekê daxwaza eşkerekirina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê civaka navneteweyî û mafên mirovan bi awayekî lezgin bikevin tevgerê da ku rêber Ocalan serbest berdin.
Komîteya Azadiya Rêber ocalan û jinên Minbicê jî bi daxuyaniyên cuda daxwaza zelalkirina rewşa rêber ocalan kirin gotin pêwîsete ekîbên tenduristî li ser rewşa rêber ocalan binirxînin û bikevin nava tevgerê.
Saziyên civaka sivîl yên Minbicê bi heman armancê daxuyanî dan.
REQA
Meclisên Edaleta civakî yên bajarê Reqa û Tebqayê jî bi daxwaza zelalkirina rewşa rêber ocalan daxuyanî dan.
TEBQA
Meclisa Malbatên şehîdan ya tebqayê jî bi daxuyaniyê got pêwîste bi lezgînî hevdîtin bê kirin.