Li Dera di kemînekê de 12 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li parêzgeha Deraayê di kemînekê de 12 leşkerên hikumetê Şamê û li Çolistana Sûrî jî di êrîşên balafirên Rûsî de 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li derdora bajaroka Mizêrîb yê li rojavayê Derayê, çekdaran kemînek ji leşkerên hêzên Hikumeta Şamê re danîn.

Hat gotin di encamê de 12 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin û hejmarek ji leşkeran jî birîndar bûn.

Di encama êrîşên balafirên Rûsî de 13 DAIŞ’î hatin kuştin

Li çolistana di navbera Reqa û Dêra Zorê de jî, îro Balafirên şer yên Rûsyayê êrîşî şikeft û deverên ku çeteyên DAIŞ’ê lê bicih dibin, kir.

Li gorî Çavdêriyê, duh balafirên Rûsî zêdeyî 80 êrîş deverên ku li sêgoşiya Heleb, Hema û Reqayê û gundên rojhilatê Hums kirin di encamê de 13 DAIŞ’î hatin kuştin.

Back to top button