Dewleta Tirk û Amerîkayê li ser derxistina çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê li hev kirin.
Li gorî Skye News ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, dewleta Tirk û Amerîkayê li hev kirin ku di nava 15 rojan de çeteyên Sûriyê ji tevahî axa Lîbyayê derxînin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku danûstandinên mezin li ser asta baylozên Amerîkayê û dewleta Tirk li Lîbyayê der barê derxistina çeteyan pêk hatin.
Heman çavkaniyan anî ziman ku 2 rayedarên Lîbî bendên lihevkirinê şopandin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku balafirên Afrîkayê û balafirên dewleta Tirk dê çeteyan ji balafirgeha Miêtîqe ya navneteweyî veguhêzin Tirkiyê û piştre Sûriyê.
Piştî agahiyên derbarê lihevkirinê, çeteyan yekser amadekariya derketinê kirin.
Li gorî lihevkirina leşkerî ya bi hikumeta Wîfaqê re, dewleta Tirk balafirên kişfê û şêwirmendên leşkerî û piştre jî dest bi şandina çeteyan bo Lîbya kir.
Her wiha piştre çeteyên Sûriyê jî şandin Lîbyayê.