
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Êyn deqnê û Bêlûniyê yê Şehbayê û gundê soxanekê yê Efrînê topbaran kirin.
Artêşa dagirker îro di saetên nîvro de gundê Êyn deqinê û Bêlûniyê yên Şehbayê topbaran kirin.
Çeteyan gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa a Efrîna dagirkirî jî topbaran kir.
Duh bi şev jî çeteyan hewl dan xwe nêzî riya M4 li Eyn Îsayê bikin, lê Şervanan bersiv dan û maşîneyeke çeteyan teqandin.