Mckenzie: Em na xwazin bi Îranê re şer bikin

Şefê Fermandartiya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a (CENTCOM) DYA General Kenneth McKenzie diyar kir ku ew naxwazin li gel Îranê şer bikin lê ger êrîşek li dijî wan pêk were ew ji bersivdayînê re amade ne.

Kenneth McKenzie derbarê mijarê de ji televsiona LBC ya Libnanê re axivî û wiha got:

Waşîngton di nava du salên dawiyê de zexteke zêde li ser Îranê da meşandin.

Lê rêveberiya Joe Biden niha vê yekê dinirxîne.

McKenzie oparasyonên ku Husiyên Yemenê li dijî Erebîstna Siûdî pêk têne bi ‘ çalakiyên ber bi êrîşê’ pênase kir.

Şefê Fermandartiya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a (CENTCOM) DYA, êrîşên ku li dijî hêzên wan yên li Iraqê pêk tên jî spart Îranê wû ev tişt anî ziman:

Li dijî êrîş û gefên tolê yên Îranê ku ji ber kuştina Qasim Suleymanî pêk tîne, hêzên Amerîka amade ne bersiva pêwist bidin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Libanên ve hatî dayîn, McKenzie tevî konsolxayê DYA yê Beyrûtê li gel Serokê Fermandarê Libnanê Joseph Avn re hevdîtinek pêk aniye.

Back to top button