Di xwepêşandanên li Myanmarê de herî kêm 12 kes mirin

Xwepêşandanên li Myanmarê careke din bi xwîn bi dawî bû.
Di xwepêşandanên li 6 navçeyên bajarê Yangonê de, 12 kes mirin.

Li gorî malpera nûçeyan Now ya Myanmarê, artêşa darbekar li 6 navçeyên Yangon rewşa awert ragihand.

Di xwepêşandanên li welat de doh careke din li kolanan xwîn rijiya.

Herî kêm 12 kes mirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric di daxuyaniya çapemeniya rojane de ragihand ku ji 1 Sibatê heta niha zêdeyî 138 kes hatine kuştin.

Di çapemeniya welat de jî ev dane bi qasî 160 kes tê ragihandin.

Her çiqasî di qada navnetewî de li dijî darbeyê bertek hebe jî lê artêşa darbekar ji karanîna tundiyê qet gavê bi paşde navêje.

Ji 6’ê Sibatê ve, bi daxwaza demokrasiyê li welat xwepêşandan têne lidarxistin.

Heta niha jî zêdeyî 1500 kes jî hatine binçavkirin.

Di demekê ku li welat pêla binçavkirinê didome, derxistina rêvberên hikumeta li dijî wê darbe hatî pêkanîn ji derdikevin pêşberî dadgeha leşkerî.

Back to top button