Eyn Îsa..QSD’ê hewldaneke bipêşveçûna çeteyan pûç kir

Piştî ku şervanên QSD’ê weke her carê hewldaneke din a dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê têk bir, dagirkeran dest bi topbarana xwe ya rojane kir.

Dîsa çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ku ji aliyê gundê Seydayê bi pêş de biçin, lê şervanên QSD bi berxwedaneke mezin bersiv da û ev hewldan têk bir.

Paşê şer di navbera şervan û çeteyan de derket û di encama wê de, şervanan erebeyeke leşkerî ya çeteyan rûxand.

Di pişt re, Artêşa dagirker xwaringeha El-Nexîl, derdora navenda navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 dan ber topan.

Di saetên nivro yên heman rojê de jî, heman dagirkerkî, gundê Eyn Deqine û Bêlûniyê yên Şehba û gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kiribûn.

Back to top button