Artêşa Îsraîlî baregehên komên Îranî li Şamê kirin armanc

Artêşa Îsraîlî, careke din baregehên komên bi ser Îranê ve yên li başûrê Şamê bi mûşekan kirin armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh di saetên êvarî de, balafirên artêşa Îsraîlê 2 embarên cebilxaneyên komên bi ser Îranê ve yên li başûrî Şamê bombebaran kirin.

Her wiha ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA jî ragihand ku pergalên parastinê yên asmanî bersiva êrîşan da û gelek mûşek anî xwarê.

Lê heta niha ji herdu çavkaniyan jî, ti agahî der barê encamê de nehatine biparvekirin.

Back to top button