Derbarê şervanên ku ji erka Xweparastinê reviyane, efûyek hate derxistin

Fermnadariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê û Bîroya Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya cejna newrozê û cejna dayikê, efû derbarê şervamên ku ji erka xweparastinê reviyane, derxist.

Fermnadariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê di biryarnameya efûyê de destnîşan kir ku divê şervanên ku ji Erka Xweparastinê reviyane, rewşa xwe zelal bikin ku têkiliyên wan bi rêxistinên terorîst tune ye û sûcên kuştin û diziyê pêk neanîne.

Di biryarnameyê de dema zelalkirina rewşa wan kesan ji 21’ê Adarê û heya 15’ê Tebaxê hate diyarkirin.

Ew biryarname li ser tevahî kesên ku di saziya Erka Xweparastinê de kar dikin, dê were pêkanîn

Back to top button