KCK: Divê Newroza îsal bi armanca azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo bê geşkirin

Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyamekê bang kir ku divê li her deverê agirê Newroza 2021’ê bi armanca azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo, her wiha şikandina tecrîd û bidawîkirina desthilata AKP-MHP’ê, were geşkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê cejna Newrozê ya neteweyî bi peyamekê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîd û şervanên azadiyê, her wiha li gelê Kurd pîroz kir.

KCK’ê da xuyakirin ku Newroza îsal, dê ji bo azadkirina gelê Kurd û Rêber APO, bi roleke mezin rabe û got:

“Divê tevahiya gelê Kurd ber bi qadên Newrozê ve biherikin.

Di van rojên dawî de agahiyên neçê li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan li ser torên medyayê belav bûne.

Di vê çarçoveyê de, divê Newroza îsal bibe ya şikandina tecrîd û azadkirina Rêber APO.

Her wiha bibe navgîna geşkirina pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ û bi armanca hilweşandina desthilata faşîst a Dehaqên niha AKP-MHP’ê, bê pîrozkirin.”

KCK’ê da zanîn ku Newroz, hem roja parastin û xurtkirina hebûna gelê Kurd û nirxên netewî ye, hem jî li ser hîmê biratiya gelan, roja geşkirina têkoşîna li dijî stemkaran e.

KCK’ê destnîşan kir ku îro ji her demê zêdetir, pêwîstî heye ku gel bi hev re têkoşînê geş bikin.

KCK: Divê agirê Newrozê li her derê bê dadan

Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya peyama xwe de wiha got:

“Divê jin û ciwanên Kurd bi kelecana xwe ya 8 Adarê, Newrozê pîroz bikin û tevahiya qadan, bibin ên azadî û demokrasiyê.

Êdî dema wê hatiye ku gel bi Rêbertiya Azad û welatê azad re bijî.

Divê agirê ku Kawayên Hemdem li Garê vêxist, li deşt, çiya, gund, tax û li her deverê bê geşkirin.”

Back to top button