TEV-DEM: Divê şandeyek nevnetewî tevî parêzeran serdana Rêber Apo bikin

TEV-DEM, idîayên li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan weke komployeke nû bi nav kir û bang kir ku divê şandeyek navneteweyî tevî parêzeran serdana Rêber Ocalan bikin. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî bang li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi giyanê serhildanên sala 1999’an rabin ser pêyan û li Rêber APO xwedî derkevin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê îdiayên li ser tenduristiya Rêber Abdulah Ocalan de derketine, daxuyaniyek weşand û got:

Siyaseta dewleta Tirk a faşîst li hemberî Rêber Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê dimeşîne, siyaseteke dijminane û xeter e.

Idîayên li ser tenduristiya rêber Ocalan jî tê wateya komployeke nû ya AKP û MHP’ê ye û bi vê planê dixwaze çareseriya li Îmraliyê asteng bike û ji holê rake.

TEV-DEM her wiha bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz kir ku piştgiriyê bidin azadiya rêbertî û tevahî derfetên xwe ji bo zexta li civaka navneteweyî seferber bikin.

TEV-DEM, CPT wekî berpirsa rewşa serokatî dît û got divê şandeyeke navneteweyî tevî parêzeran serdana Îmraliyê bikin.

PJAK û KODAR: Bi giyanê serhildanên 1999’an li Rêber Apo xwedî derkevin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo heman babetê, bang li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li welat û derve kir ku bi giyanê serhildanên sala 1999’an rabin ser pêyan û li Rêber APO xwedî derkevin.

PJAK û KODAR’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku nûçeyên li ser jiyana Rêber APO, bûne sedema nerazîbûna gelê Kurd û got:

Ev 22 sal in Rêber Apo di zindana Îmraliyê de li jêr tecrîdek giran dimîne.

Ji bo parastin û mafê gelê Kurd, bûye bingehê têkoşîn û serkeftinê.

Girtîgeh û tecrîdkirin, nikarin peywendiya Rêbertiyê bi gelê Kurd re qut bikin.”

PJAK û KODAR’ê da zanîn ku divê her kes bizane ku nûçeyên têkildarî tenduristiya Rêber APO de, di çarçoveya şerê taybet û têkbirinê de tên belavkirin.

Back to top button