33 rêxistinan banga bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê kir

33 Rêxistinên Hiqûqî û Sivîl bi rasthatina salvegera 3. a dagirkirina Efrînê de, banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk kir.

33 Rêxistinên Hiqûqî û Sivîl, îşaret pê kir ku bi bêdengiya civaka navnetewî, dagirkeriya Tirk sûcên şer û mirovî li Efrînê tên kirin û her dewam dikin.

Rêxistinan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk, qirkirina nijadî û guhertina demografî li Efrînê dike, da ku bi taybet nasnameya Kurdan, ji holê rake.

Li ser vê yekê jî, wan bang kir ku divê civaka navnetewî û rêxistina hiqûqî bi berpirsyariya xwe rabin û zextê li Tirkiyê bikin û wê weke dagirker bi nav bikin.

33 Rêxistinên Hiqûqî û Sivîl, diyar kir ku li gorî biryara Meclisa Ewlekariya Navnetewî ya hejmar 2254, divê dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkeve û bi serpereştiya navnetewî koçber vegerin cihê xwe.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Sê sal in dewleta Tirk guhartina demografîk pêk tîne

Debarê sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di nav sê salan de li Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî li kampa serdem a Şebayê daxuyniyek da.

Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk 300 hezar Efrînî koçber kirin û 400 hezar ji herêmên cuda yên Sûriyê li malên Efrîniyan bi cih kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku çeteyan di nav sê salan de 7 hezar û 476 sivîl revadin û zêdeyî 612 sivîl hatin kuştin.

Rêxistinê derbarê rewşa jina destnîşan kir ku di nav sê salan de 74 jin hatin kuştin û destdirêjî li ser 69 jin hat kirin.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan ji bo qirkirina dîroka Efrînê gelek cihên şûnwarî talan kirin û bi hezaran dar li Efrîn birîn.

Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li bajarê Reqayê li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê bi dûrşmiya “Bi giyanê berxwedana serdemê, em dawî li dagirkeriyê bînin û Efrînê azad bikin”, forûmek li bajarê Reqayê li dar xist.

Di forûmê de hevserokên Meclisa Rêveberiyê a Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Şûriyê, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, hevseroka Rêvebiriya Xweser, fremndarê QSD’ê Lîlwa Ebidelah û rûspiyên herêma Reqa û Tebqayê amade bûn.

Di axvtinên beşdaran de dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku bi berxwedana gelê Efrînê dê Efrîn rizgar bibe.

Hat destnîşan kirin ku bi destwerdanên dewletên derva ji bo berjewendiyên xwe di nav de meclisa awlehiyê ya NY’î aloziya Sûriyê dirîj bû.

Her weha bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsyariya xwe rabin û zextê li Tirkiyê bikin da ku ji Efrîn û axa Sûriyê derkeve.

Back to top button