Li Efrîkaya Navîn metirsiya birçîbûnê ya li ser zarokan

Erkdarên Neteweyên Yekbûyî yên li Efrîkaya Navîn, ragihand ku rêjeya zarokên temen kêmî 5 salî yên nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin, bi rengekî cidî zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya bi Zarokan re ya NY (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), pirsgirêka birçîbûnê ya li Komara Afrîkaya Navîn bandora herî giran li zarokan dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêka birçîbûnê ya li welêt bandoreke yekser li herî kêm 24 hezar zarokên kêmî 5 salî dike û hate gotin, metirsiya birçîbûna giran mehên destpêkê yên îsal zêde bûye.

Ev rêje li gorî 2020’î bi asta ji sedî 25 zêde bûye, ji bo sedemên vê yekê jî li gel şewba Covîd-19 her wiha şerê li welêt jî hate nîşandan.

UNICEF û WFP’ê hişyarî dan ku eger bi lezgînî dest li rewşê neyê werdan, wê ji ber birçîbûnê zarok bimirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Nabe em bi rengekî destgirî li vê felaketa li ber çavên xwe temaşe bikin” û ji bo alîkariya mirovî, divê rewşeke aram û pêbawer hebe.

Back to top button