Piştî 9 salan serdana yekem bo Lîbya ji aliyê serokomarê Tunisê Seîd ve pêk hat

Li Lîbya piştî ku hikumeta nû rêveberiya welat dewir girt, serdana yekemîn ji bo welat pêk hat. Serokomarê Tunisê Qeyîs Seîd piştî 9 salan bû yekem serokê ku serdana Lîbya kir.

Piştî şerê navxweyî yê li Lîbya despêkirî û heta niha yekem serdana ji bo welat pêk hat.

Serokomarê Tunisê Qeyîs Seîd ji 2012’an ve bû yekem serokê ku serdana Lîbya kirî.

Qeyîs Seîd îro çû balefirgeha navnetewî ya Meîtîqa ya Lîbya.

Seîd dema ji balefirê peya bû ji aliyê Serokê Meclisa Serokatiya Lîbyayê Mihemed El Menfî ve hate pêşwazîkirin.

Serokomarê Tunisê ji bo hevdîtinekê ber xwe da koşka Qiralyetê.

Piştî danustandinên dirêj yên navbera aliyên Lîbî, hikumeta nû ya demkî hatibû hilbijartin.

Doh jî hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê bi fermî desthildata welat radestî hikûmeta nû ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe kir.

Back to top button