YPG: Em ê bi rihê fermandar Karker Êrîş dagirkeriyê têk bibin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi wesîleya salvegera dagirkirina Efrînê şehîdên Berxewdana Serdemê bi bîr anî. YPG’ê diyar kir ewê bi rihê fermandar Karker Êrîş ji bo têkbirina dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Bi boneya salvegera 3. a dagirkirina Efrînê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da.

Fermandariyê di şexsê fermandarê evsanewî Karker Êriş de hemû şehîdên berxwedana Serdemê bibîranî.

Fermandariya YPG’ê got:

“Li Efrînê, li hemberî dewleta Tirk a dagirker, gelê me di pêşengtiya yekineyên YPG, YPJ û QSD`ê de, ji 7 salî heya 70 salî berxwedanek bêhempa meşandin û destanek dîrokî nivîsandin.

Di vê berxwedanê de, di pêşengtiya Karkeran de têkoşînek bêhempa hat meşandin û her kêliya vê berxwedanê bû destanek.

Ev rih di pêşengtiya fermandar Karker de, bi Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş û bi sedan şehîdên leheng bû rihê berxwedanek dîrokî.”

Fermandariyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi dagirkeriya xwe niha li Efrînê guhertina demografîk pêktîne û cîhan lê temaşe dike û got:

Paşeroja azad a gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn, îro ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi xetereyên mezin re rû bi rû maye.

Li hember vê xetereyê, bi rihê fermandar Karker Êriş û bi şîara ‘Serokatiya Azad, Kurdistana Azad’ bilindkirina têkoşînê û têkbirina dagirkeriyê armanca me ya bingehîn ya têkoşînê ye.

Back to top button