ÇALAKIYA GUVEN DI ROJA 130’Î DE YE

130 roj in Hevseroka KCD Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di çalakiya grevê de li ber xwe dide.
Tevî berxwedana Guven jî , berxwedana hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî dewam dike.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi rêya tecrîdê serî li gelê Kurd bitewîne.

 

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di roja 130’yemîn de didome.

Her roja ku diçe rewşa tenduristiya guven xetertir dibe, lê tevî wê yekê jî di dewama çalakiya xwe de bi israr e.

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.

Ev çalakî jî 17 rojin li dare.

‘EM HÊZÊ JI BERXWEDANA MEHET TÛNC Û LEYLA GUVEN DIGIRIN’

Yek ji van girtiyan jî Aydin Ogûz ku li Girtîgeha Gîresûnê 45 rojin di grevê de ye got:

“Em ê wekî berxwedana hevalên xwe Mehmet Tûnç û Leyla Guven barê vê berxwedanê hilgirin ser milê xwe.”

Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû.

Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 70’an dewam dike.

Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 62’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe dewam dike.

BEŞTAŞ: DAXWAZA BERXWEDÊRAN DAXWAZA GEL E

Li aliyê din destekdayîn û piştgiriya bi van çalakiyan re jî dewam dike.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û diyar kir, hikumet bi rêya êrîşan dixwaze berxwedana grevên birçîbûnê asteng bike.

Beştaş diyar kir ku, dewlet dixwaze bi rêya tecrîdê serî li gelê Kurd bitewîne û got,

“Li her derê rojeva sereke tecrîd e.

Daxwaza berxwedêran daxwaza gel e.”

PARLEMENTER DUNDAR: GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BANGAWAZIYEK E, DIVÊ HER KES GUH BIDÊ

Parlementera HDP’ê Pero Dundar jî ku di sala 2012’an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, diyar kir ku 2012 û niha dişibin hev du û got:

“Birêz Ocalan dikare rê li ber komkujiyan bigire.

Grevên birçîbûnê firsende û bangawazî ye.

Divê her kes guh bide vê bangawaziyê.”

Leave a Reply

Back to top button