Bi sedan tank ketin tevgerê cîhan rabû ser piyan.. her du Kore li hev sor bûne

Li rojhilatê parzemîna Asyayê dengê dahola şerekî tê bihistin.
Bi sedan tank bihevre ketin tevgerê, cîhan rabû ser piyan.
Careke din dinavbera Koreya Bakurî û Başûrî de gefxwarinan despê kiriye.
Hemwextî vê Wezîrê Parastin û Karên Derve yên DYA li Koreya Başûrî ne.
Koreya Bakurî ku ji vê yekê bihêrs bûye tedbîqata di navbera Waşîngton û Seul ê weke ‘provaya şer’ pênase dike.

Li sînorê xala sifir ya Koreya Bakur û Başûr tevegereke zêde ya leşkerî heye.

Wezîrê Karê Derve û yê Parastinê yê DYA piştî rêveberiya nû hat li ser deshilatê serdana xwe ya yekemîn ji bo welatên Asya-Pasivîk pêktînin.

Piştî hevdîtinên wezîran li Japonya bi dawî bû, vê carê di saetên siharê de 2 balefirên ku wezîrên Amerîkî li nav bûn, peyhev li balefirgeha Pyeongtaek ya Koreya Başûrî daketin.

Dema ku balefiran tekerên xwe li ser xaka Koreya Başûrî didanî, li ser xeta sînor tevgereke zêde ya leşkerî hebû.

Ajansa Associated Press ya Amerîkî wêneyê wê kêliyê ku li ser xebat dawî ya sînor a Paju weşand.

Demeke ku tedbîqata Koreya Başûrî dayî despêkirin û wê 9 rojan dewam bike, wezîrên DYA gihiştin welat.

Di rojeva Wezîrên Amerîkayê de, bernameya nûkleerî ya Koreya Bakûrî heye.

Heta niha jî rêveberiya nû ya DYA polîtîkaya xwe ya derbarê Koreya Bakurî de bi awayekî fermî eşkere nekiriye.

Lê ya diyar ewe ku tedbîqata hevbeş ya Amerîka û Koreya Başûrî, Pyongyan aciz kiriye.

Herçiqasî Koreya Bakurî heta niha bêdengiya xwe parastibe lê xuşka lîderê welat Kim Jong-un, Kim Yo Jong bi rêya medya civakî eşkere gef li Waşîngtonê xwar.

Kim Yo Jong got,

Koreya Başûrî careke din ‘Meşa xwe ya şer,’ ‘Meşa Krîzê’ hilbijart.

Rêveberiya Pyongyang ê tedbîqata li sînorê herdû welatan jî bi “provaya şer” pênase kir.

Di navbera herdu welatan de careke din atmosfera şer zêde bûye û di her kêliyê de metirsiya derketina şerekê xwe dide hîskirin.

Back to top button