Hikumeta Kenedî vegera dayîka Fatima Komarî bo welat nepejirand

Dayîreya têkiliyên derve ya Rêvberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zarokekî Kenedî piştî erêkirina dayîka wî ew radestî Hikumeta Kenedî kir.

Rêxistina Human Rights Watch di derbarî radestkirina zaroka 4 salî bi riya raporekê diyar kir ku hukûmeta kanadî razî nebû ku ew bi dayîka xwe re vegere welat ji ber ew bi endamekî DAIŞ’ê re zewicîbû. .

Li ser vê yekê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser teqez kir ku ew li gorî qanûn û zagonên navneteweyî yên qedexekirina veqetandina zarokan ji dayika wan tevdigerin.

Daîreya Têkiliyan piştrast kir ku ew hewl didin ku van zarok derbasî perwerdeya tendirstî bikin tê ku ji zîhniyeta tundre rizgar bikin.

Di dawiyê de Daîreya Têkiliyên Derve daxwaza darizandina çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ji dadgeha navneteweyî kir.

Back to top button