Şervanên QSD’ê hewldaneke din a dagirkeriya Tirkiyê ku xwest derbasî Eyn Îsayê bibe, têk bir û di encama wê de, 2 çete hatin kuştin.
Duh careke din çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da derbasî gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê bibin.
Lê ev hewldan rastî berxwedana şervanên QSD’ê hat û di encamê de şer rû da û tê de, 2 çete hatin kuştin û trekseke çeteyan hat rûxandin.
Piştre, artêşa dagirker xwaringeha El-Nexîl, derdora navenda navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 bi dijwarî topbaran kirin.
Her wiha heman dagirkerî û çeteyên xwe bi çekên giran gundê Zêde ku 3 kîlometreyan li rojhilatê Eyn Îsayê ye û rêya M4, kirin armanc.