Li Efxanistanê helîkopterek ket xwarê 9 leşker û hêzên ewlekariyê hetin kuştin

Li Efxanistanê helîkopterek ket xwarê û di encamê de 9 serbaz hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku 9 leşker û hêzên ewlekariyê di vê bûyerê de hatin kuştin.

Dezgehên ragihandinê yên Efxanî li ser zimanê wezaretê tekez kir ku helîkopter şeva borî li devera Behsûd ya li herêma Mîdan Werdek ket xwarê.

Di encamê de 4 kadroyên helîkopterê û 5 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî dezgehên ragihandinê, helîkopter ji celebê Mi-17 bû û beriya bikeve, hewl dida ji neçarî deyne.

Lê li gorî Reutersê û berpirsyarekî herêmî, firoke rastî êrîşê hatiye û mûşekek lê ketiye.

Back to top button