QSD: 3 çete hatin kuştin û erebeyeke leşkerî hat rûxandin..HAT NÛKIRIN

QSDê da zanîn ku êrîşên dagirkeriya Tirk li ser gundewarên Eyn Îsayê hat têkbirin, di encamê de 3 çete hatin kuştin û erebeyeke leşkerî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSDê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 17ê Adarê çeteyan êrîşên bejahî li dijî gundê Seyda pêk anîn.

Navendê destnîşan kir ku şervanên QSDê bi berxewdaneke mezin bersiva êrîşê da û di encamê de, 3 çete hatin kuştin û erebeyeke leşkerî hat ruxandin.

Li gorî QSD’ê şervanan bersiv êrîşa çeteyan li gundê Mielek da, jimarek kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn û neçar man paş de vekişin.

Piştî şer, gundên Seyda, Mielek, Cedîda û rêya M4 ji aliyê çeteyên dagirkeriya Trik ve heta seatên sibehê bi dijwarî hatin topbarankirin.

https://fb.watch/4iSnK2r7AQ/

Back to top button