DYA`yê diyar kir ku girtina endamên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê qelsbûna demokrasiyê li Tirkiyê zêdetir dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê diyar kir ku
ew destpêkirina hewldanên tunekirina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dişopînin.
Ned Price dibêje “Bi vê biryarê îradeya hilbijêrên li Tirkiyê û demokrasiya li welêt, qels dibe û bi milyonan welatiyên Tirkiyê ji hilbijartina nûnerên xwe bêpar dibin.”
Di dawî de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bang li hikumeta Tirk kir ku li gorî destûra Tirkiyê û peymanên ku bi aliyên navneteweyî re hatine îmzekirin tevbigere û rêzê ji azadiya nêrînê re bigire.



