Rêveberiya Xweser: Dagirkeriya Tirk, sedema kûrkirina aloziya Sûriyê ye

Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser û MSD bi daxuyaniyên cuda bang li NY û civaka navdewletî kir ku li hember kirinên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û Tirkiye neçar bikin ku sûcên xwe rawestîne û rê bide xelkên Efrînê vegerin warê xwe. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 3. a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dagirkirina Efrînê di encama komployeke navdewletî de di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, digel bêdengiya Amerîka û Koalîsyona Navdewletî de pêk hat.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hebûna dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê, sedemeke kûrkirina alozîya Sûrî ye û welêt ber bi parçekirinê ve dibe, her wiha bi rêya guhertina demografî, herêmên kurdan nasnameyên xwe wenda dikin.

Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku Efrîn kelehek ji kelehên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û eger Efrîn û hemû herêmên dagirkirî neyên rizgarkirin, ev şoreş bi ser nakeve.”

Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî, dezgehên NY û hemû hêzên xwedî rol li Sûriyê kir ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê, bi berpirsyariyên xwe rabin.

MSD: Dagirkeran Efrîn veguherandiye jîngeheke terorê

Bi heman boneyê, Meclisa Sûriyeye Demokratîk MSD’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser sûcên qirkirina etnîkî yên li Efrînê pêk tên û diyar kir ku Efrîn veguherîye jîngeheke terorê.

MSD di daxuyaniya xwe de got:

“3 sal in dewleta Tirk û çeteyên xwe hemû sûcên dijminane li dijî gelê Efrênê pêk tînin.

80% xelkên Efrînê koç kiriye û dewleta Tirk siyaseta Tirkkirinê û guhertina demografîk dide meşandin û rojane binpêkirinan li dijî mirov û xwezayê pêk tîne.”

MSD destnîşan kir ku tevî hemû raporên ku navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ku sûçên dagirkeran li Efrînê belge dikin, heta niha civaka navdewletî bê helwest e û ti gavekê di çarçoveya biryarên NY yên parastina rûmeta mirovan û rêzgirtina serweriya dewletan, neavêtiye.

MSD bang li NY û Konseya Ewlekariyê kir ku heman helwesta Parlamena Ewropayê nîşan bidin û dewleta Tirk weke dagirker li herêmên bakurê Sûriyê nas bikin.

Her wiha MSD bang li sekreterê giştî yê NY kir ku komîteyeke navdewletî ya serbixwe ji bo lêpirsînê derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, ava bike û çarenûsa bêhtirî 7 hezar sivîlên winda eşkere bike û hemû xelkên Efrînê yên resen vegerin warê xwe.

Back to top button