NAMZETÊN QUBÎNÊ: EM Ê BERÎ HER TIŞTÎ XIZMETA BINESAZIYÊ BIKIN

Xebatên HDP’ê her roja ku diçe zêdetir dibe , pê re jî moral û hêrsa gel bilind dibe.
Namzet , hevşaredar û parlamenterên HDP’ê bênavber xebatên xwe didomînin û serdanên xwe jî dewam dikin.

Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê ku li Tirkiyê pêk were tenê 14 roj man.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo serkeftinek dîrokî lez daye xebatên xwe yên hilbijartinê.

HDP’a Antalyayê li hêlekê amadekariyên Newrozê dike, li hêlekê jî bênavber ji bo hilbijartinê dixebite.

Hevserokên HDP’a Antalyayê Muhsîn Taşar û Remzîye Zengîn, der barê xebatên hilbijartinê û madekraiyên ji bo Newrozê axivîn û gotin :

“Li hemberî AKP-MHP’a paşverû em bang li herkesî dikin ku piştgiriyê bidin namzetên pêşverû. Wê faşîzma AKP-MHP’ê winda bike.”

NAMZETÊN QUBÎNÊ: EM Ê BERÎ HER TIŞTÎ XIZMETA BINESAZIYÊ BIKIN

Her wiha Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qubînê, diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin hemû xizmetên binesaziyê hat rawestandin.

Namzetan anîn ziman ku berî her tiştî wê dest bi xizmeta binesaziyê bikin.

NAMZETÊN QILEBANÊ: WÊ GEL RÊ LI BER ME VEKE

Di heman çarçoveyê de Namzetên HDP’ê yên Qilebanê jî, diyar kirin ku tevî hemû nelirêtiyên di warê dengan de jî ew ê bi ser bikevin û gotin:

“Wê gel rê li ber me veke.”

POLÎSAN LI ÎDIRÊ BI SER MALÊN RÊVEBERÊN DBP Û HDP’Ê DE GIRT

Li aliyê AKP’ê di çarçoveya qirkirina siyasî de lez daye girtin û binçavkirinê.

Li navçeya Tozan û Başanê yên Îdirê polîsan bi ser malên endam û rêveberên DBP û HDP’ê de girtin.

Polîsan Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Şemam Kalkan jî di navde gelek kes binçav kirin.

Leave a Reply

Back to top button