Fransa: Oparasyona me ya li Derya Spî ji bo Tirkiye ‘peyameke’

Fransayê li Deryaya Spî Tirkiyê çavtirsandî dike.
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly aşkere kir ku ew li Deryaya Spî operasyonekê rê ve dibin û ev operasyon ‘peyamek’ ji bo Tirkiyê ye.
Atîna jî ji tevgera dewleta Tirik ya li Rojhialtê Derya Spî bihêrse.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly li Senatoyê têkildarî tevgera dewleta Tirk ya li Rojhilatê Derya Spî û biryardariya hikumeta xwe axivî.

Florence Parly got li peravên Girîtê ew, ”Tetbîqateke nû ya kontr-terorîzmê” dikin.

Di tetbîqata ku 17’ê Adarê de, ”Keştiyek bazirganiyê ku ji hêla terorîstan ve dîl hatî girtin û ev der weke baregeke êrîşa deryayî bi kar dianîn”, hate zindîkirin.

Tenê di nav çend saetan de komandoyên deryayê hatin şandin, balafirên Rafale û helîkoptêrên Caracal ji baregehên Fransayê ji bo ku bigihin keştiya 2 hezar km dûr hatin şandin û tevlî xilaskirina keştiyê bûn.

Parly diyar kir ku 450 leşker tevlî operasyonê bûne.

Wezîra Fransayê got, ”Bi vê tatbîqatê em vê peyamê didin; bi hişyariya Fransayê û Ewropayê Deryaya Spî ti caran wê nebe qadeke neqanûnî.”

Fransa biryardar e ku li gel hevalbendên xwe ewlehî û aramiya Deryaya Spî pêk bîne. Fransa amûrên destwerdanê li mesafeyeke dirêj berbelav dike, zanîna xwe ya kêmpeyda bi kar tîne, li gel hevalbendên xwe nîşan dide ku xwedî derfeta xweparastinê ye.

Florence Parly beriya vê daxuyaniyê li dijî tevgerên dewleta Tirk ên van mehên dawî yên, ”aramiyê têk dike” helwest nîşan dabû û gotibû, Enqere dixwaze bibêje, ”Min kir û bû û xwe ferz dike.”

Dewleta Tirk guh neda hişyariyên Yekîtiya Ewropayê, van mehên dawî gelek caran li Deryaya Spî xebatên keşfa gazê kir.

Rêveberiya Atînayê dibêje ku ew van kirinan weke kirinên dijî serweriya xwe dibînin.

Back to top button