Gerîlayan li Zagrosan pîrozhabiya Newrozê lidarxistin

Li çiyayên Zagrosan gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya cejna Newrozê pîrozbahiyek lidarxistin.

Hêjmareke zêde gerîla û fermandarên gerîla di merasîma pîrozbahiyê de amade bûn.

Bi navê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt di merasîmê de axivî û cejna Newrozê li Rêber Apo. gerîla, malbatên şehîdan û welatparêzan pîroz kir.

Malazgîrt got, “Sala 2021’ê wê gelekî dijwar be. Ji çiya, deşt û bajarên Kurdistanê heta metropolên Tirkiyê şer wê giran bibe.”

Malazgîrt diyar kir hêza dewleta Tirk têra qedandina gerîla nake” û got, “Bingeha ruhê têkoşînê yê gerîla Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Rewşen û gelek pêşengên PKK’ê ye.”

Malazgîrt da zanîn heta PKK hebe, kes nikare Kurd û Kurdistanê tune bihesibîne.

Back to top button