Paşînyan: 20 Hezîranê wê hilbijartina pêşwext ya parlamentoyê pêk were

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ragihand ku wê 20’ê Hezîranê li welat hilbijartina pêşwext ya parlamentoyê pêk were.

Nîkol Paşinyan têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Paşînyan diyar kir ku ew li gel liderê Partiya Ermenistan a Murefeh Gagik Tsarukyan yê mixalîf, hevdîtinek pêk aniye.

Serokwezîrê Ermenistanê anî ziman ku di civînê de wan biryar girtiye ku ji bo derketina ji krîza heyî rêya sereke hibijartina pêşwexte.

Ji bo dema hilbijartinê jî 20’ê Hezîranê hate destnîşankirin.

Li welat piştî 25’ê Sibatê, Sererkanê Ermenistanê Onik Gasparyan û fermandarên di asta herî jor de, li bin daxuyaniyeke ku daxwaza istifaya Paşînyan dikir îmze kiribûn.

Nîkol Paşinyan jî piştî vê yekê sererkanê artêşê Gasparyan jî erk girtibû.

Serokomar Sarkisyan ku alîgiriya mixalîfê kirî, biryara girtina Gasparyan ya ji erk îmza nekiribû.

Armenia Pashinyan holds rally with supporters after army demands his resignation 25-2-2021

Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan banga îstifaya ku artêşê li ji bo wî kirî jî bi hewildanên darbeyê pênase kiribû.

Back to top button