Li gel êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirkiyê, sûcên xwe yên dermirovî jî didomîne û 2 kesên din ji Efrîna dagirkerî ravandin.
Malpera Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 2 sivîl ji navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkerî ravandin.
Li gorî Torê, kesên ku hatine ravandin: Emîn Şa’bo ji gundê Alkana û Xelîl Mihemed ji gundê Ceqela ne.
Tora Çalakvanan her wiha diyar kir ku piştî revandina wan bi demekê, her du sivîlên navborî bi dayîna pereyan hatin berdan.