Mezlûm Ebdî: Efrîn navnîşana binkeftina civaka navnetewî ye

Fermandar Mezlûm Ebdî 3 salên biêş ên dagirkirina Efrînê bi bîra civaka navdewletî xist û Efrîn weke navnîşana binketina wê bi nav kir..

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rasthatina Salvgera 3. a dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, diyar kir ku “Efrîn navnîşana binketina civaka navneteweyî, di parastina nirxên mirovî û qanûnên navneteweyî de ye.”

Her wiha anî ziman ku paşguhkirina domdar a parastina niştecihên Efrînê ji dagikirin û sûcên şer, li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye.

Ebdî piştrast kir ku “Bidawîkirina van sûcan, piştî jinûve-avakirina bajêr û vegerandina rewşa sivîl a beriya dagirkirinê, pêkan e.”

Back to top button