
Konseya Ewropayê li ser hewldana girtina HDP’ê hişiyarî da û tekez kir “Ev mijar pirsgirêkeke mezin e.”
Konseya Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand “Sekretera Giştî ya Konseyê Marija Buric ji rojnameya Almanî Die Welt re axiviye û bertekek tund nîşanî doza girtinê ya li dijî HDP daye.”
Bûrîc gotiye “Egera qedexekirina HDP’ê pir bi pirsgirêk e” û tekez kir “Partiyên siyasî di bin parastina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME de ne û ya dawî mafê sazîbûnê diparêze.”
Konseyê anî ziman “HDP, partiya sêyemîn a siyasî ya welat e û girtina partiyê, tê wateya binpêkirina pîvanên mafên mirovan.
3 partiyên li Başûrê Kurdistanê ji bo HDP’ê bang kir
Lijneya Karê Hevbeş ya Çep a Kurdistanê jî ku ji 3 partiyan pêk tê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand “Armanca girtina HDP’ê siyasî ye û divê civaka navnetewî û azadîxwazên li Tirkiyê pêşî li wê pêngavê bigrin.”