Asayîşê rêkarên ewlekarî ji bo Newrozê zêde kirin

Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek da.

Asayîşê, Newroz li hemû gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku Newroza îsal bi aramî û ewlehî derbas bibe.

Asayîşê her wiha di daxuyaniya xwe de jimarek biryar ragihandin, ku:

  •  Ji roja Şemiyê 20 Adara 2021 heta Duşemê 22 heman mehê, tevgera hemû barhilgir û sarîcan tê qedexekirin.
  • Tevgera motorsiklîtan ji roja Pêncşemê 18 Adarê saet 18’an û heta 6 sibeha roja Duşemê 22 Adarê tê rawestandin.
  • Ji bo dergehên hindirîn, derbaskirin û derxistina kelûpelan bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji roja Înê 19 Adarê heta Duşemê tê rawestandin.
  • Ji derveyî qanûnê, berdana fîşekan ji aliyê welatî, serbaz an jî hêzên Asayîşê ve, wan dixe jêr lêpirsînê û çek ji wan tên standin.
Back to top button