Nivîskar û rojnamevanê Libnanî û endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdulah Ocalan, Xelîl El-Qadî diyar kir ku divê desthildariya Tirkiyê rê bide malbata Rêber Apo da ku wî bibîne.
Xelîl El-Qadî got:
“Ji ber paşguhkirina navneteweyî ya têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan, em hişyariyê didin. Nexasim ku rejîma Erdogan hewl dide hemû kesên dengên xwe li hemberî zilm û bindestiyê bilind dikin, bibire”.
El-Qadî destnîşan kir, divê CPT’ê bi erka xwe rabe, biçe Îmraliyê û rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.
Nivîskar û rojnamevanê Libnanî û endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan Xelîl El-Qadî bang li hemû rêxistinên navneteweyî û herêmî kir ku beşdarî însiyatîfê bibin û destekê bidin banga serbestberdana têkoşer û ronakbîr Abdullah Ocalan.