Hevserokê ÎHD û gelek HDP’î hatin binçavkirin

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û gelek rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.

Li Edenê Polîsên Tirk vê sibehê di çarçoveya qirkirina siyasî, piştî serdegirtin û sehkirina malan, 15 kes, binçav kirin.

Di nav wan girtiyan de, hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, berdevka Meclisa Jinan a Enqerê ya HDP’ê Zeyno Bayramoglu, endamê Meclisa Partiyê Alî Ozkan, hevseroka Bajêr a Eskîşehîrê ya HDP’ê Şukriye Ercan, Huseyîn Gevger û Betul Koca jî hebûn.

Jixwe Wezîrê Karên Hundir ê Tirkî Suleyman Soylu, piştî têkçûna wan li Garê, gef li ÎHD’ê xwaribû.

Back to top button