“Agirê Newrozê wê bibe bingeha azadiya Rêber Apo û her kesekî azadîxwaz”

TEV-DEM’ê, PAJK’ê û YJA Starê bi wesîleya Cejna Newrozê diyar kirin ku divê Kurd bi ruhê berxwedanê biherikin qadên Newrozê. Hate diyar kirin Newroza 2021 wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya pîrozkirina Newrozê daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Newroza 2021 wê bibe bingeha azadiya rêber Apo, azadî û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dîtir ên Sûriyê.

YJA Starê: Newroza 2021’an wê bibe Newroza azadiyê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî bo Cejna Newrozê daxuyaniyeke niviskî da.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Newroz cejna berxwedanê, hêvî û azadiyê ye. Mirovahî di vê Newrozê de wê hişmendiya dîktatoriya faşîsta Erdogan û MHP’ê ku hêvî li zinarên Imraliyê mîx kirine, bişewitîne û vê hişmendiyê weke sûcdarê hemû deman li bara dîrokê mehkûm bike. Newroza 2021’an wê bibe Newroza ku gel û hêvî gaveke dîtir nêzî azadiyê bûye.”

Fermandariya YJA Starê di daxuyaniya xwe de bang li jin, ciwan û gel kir ku agirê Newrozê gur bikin.

PAJK: Divê Kurd bi ruhê berxwedanê biherikin qadan

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) jî bi boneya cejna Newrozê peyamek weşand.

PAJK’ê di daxuyniya xwe de diyar kir, erk û berpirsyariya jin û gelê Kurd e ku bi ruhê berxwedana Rêber Apo biherikin qadên Newrozê û destnîşan kir ku têkoşîna bi ruhê Newrozê misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê APO ye.

PAJK’ê bang li jinan û gel kir ku bi ruhê pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ ruhê Newrozê jiyan bikin.

TJK-E: Newroza îsal wê bibe têkçûna faşîzmê

Tevgera Jinên Kurd a Ewrpayê (TJK-E) jî bi heman armancê daxuyaniyê da.

TJK-E destnîşan kir Newroza 2021’an wê bibe newroza têkçûyîna faşîzma dewleta Tirk

TJK-E’yê diyarkir ku jinên Kurd û gelê Kurd bi geşkirina berxwedanê divê bersivê bidin êrîşên rejîma faşîst a Tirk.

TJK-E’yê got:

”Weke duh, îro jî li dora Rêber Apo em ê kom bibin.”

Back to top button