
Nadine Maenza, endama meclisa serokatiyê ya Nûnertiya Amerîkî ya Azadiya Olên Navnetewî behsa dagirkirina Efrînê dike û serdema dagirkeriya Tirk û ya Rêveberiya Xweser berawerdî hev dike.
Nadine dibêje ku ol niha ji aliyê Tirkiyê ve têne binpêkirin, lê Rêveberiya Xweser karî her ol û civakê hembêz bike û her kes li jêr hikumê wê azad dijiya.
Em ji bo Xiristiyan û hemû olên din ên li Efrînê dilgiran in.
Tirkiye û komên xwe yên çete rêbazên cuda li Efrînê dimeşînin.
Bila bê bîra me hemûyan, li Efrîn, berê her kes li jêr hikumê Rêveberiya Xweser azad dijiya û ol û ayînên xwe bi rehetî pêk tanîn.
Nûnertiya me destekê dide biryara YE, ku divê Tirkiye û çeteyên wê zû ji Bakurê Sûriyê vekişin.
Her wekî YE Tirkiye bi pêkanîna qirkirina nijadî tawabar kir.
Îro roj civaka navdewletî jî piştgiriyê dide Efrîneke azad û Tirkiye weke berpirsa vê qirkirinê pênase dike.