“Divê CPT ji bo ev fikar werin derbaskirin bi erka xwe rabe”

Careke din û bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Rêber Apo, piştî îdiayên der barê tenduristî û jiyana wî de, bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da û xwest biçin Îmraliyê.

Parêzeran hêvî kir bi baldarî û lez serlêdanên wan bên nirxandin û ev daxwazên wan yekser bên qebûlkirin.

Parêzeran anî ziman “Malbatan herî dawî di 3’ê Adara 2020 de hevdîtin kiribû, birayê Ocalan jî herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê pê re axivî bû.

Ji dema belavkirina agahiyên der barê jiyana Rêber Apo de, ev cara sêyem e, parêzer serlêdanê dikin, lê her bêbersiv dimînin.

Her wiha Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber îdîayên têkildarî muwekîlê xwe Rêber Ocalan, serî li CPT da.

Buroyê diyar kir ku divê CPT ji bo ev fikar werin derbaskirin, bi erka xwe rabe.

Back to top button